PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, ku di 24 saetên dawin de 299 kes bi Covîd-19ê ketin û 8 kesan jî can dan.
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kir.
Li gor zanyariyên hatin eşkere kirin, li Herêma Kurdistanê di 24 saetên dawî de nexweşî li 299 kesên din de peyda bû, 8 kesan jî can dane.
Li Herêma Kurdistanê heta niha 4 hezar û 164 kes bi Covîd-19ê ketine. Hezar û 408 kes baş bûne. 118 kes jî bi vîrusê can dane.
Her weha heta niha 15 hezar û 704 kes hatine karantînakirin. Lewra niha bi tenê hezar û 221 kes li 31 cîhên cûda de di karantinayê de ne. Ji wan 445 li Hewlêrê, 721 li Duhokê û 55 kes jî li Silêmaniyê ne. 14 hezar û 483 kes jî piştî 2 hefteyan ji karantinayê derketine û vegerîyane malen xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin