Almanya bi temamî leskerên xwe ji Afxanistanê vekisand

Almanya bi temamî leskerên xwe ji Afxanistanê vekisand

PeyamaKurd – Wezîra bergiriyê yê Almanyayê Annegret Kramp-Karrenbauer ragihand ku temamê leşkerên Alman yên li Afxanistanê bûn, ji Afxanistanê vekişiyane. Kramp-Karrenbauer ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê Twitterê de kir û got:

“Vê êvarê leşkerên me yên dawiyê ji Afxanistanê bi ewlehî derketin. Piştî 20 salan wezîfa me ya herî zêde qediya. Ji sala 2001 ê û heya niha di ser 150 hezar leşker li Afxanistanê wezîfe kir û sipasiya wan dikim.

Temamê wezîfeya ku meclisa federal ya Almanya dabû leşkeran bicîh anîn. Hun dikarin bi vê wezîfê xwe serbilind bibînin.”

Wezîra got ku artêşa Almanya ragihandiye ku leşkerên wan yên li Afxanistanê bi wexta Awrûpa siet di 21.24 an de ji Afxanistanê derketine û di ser Tîflîsê de ber bi Almanya de diçin û dê siba li Almanya bin.

Bi vî awayî misyona leşkerên Alman li Afxanistane bi dawî hat. Di wezîfê de heya niha 59 leşkerên Almanya jiyana xwe ji dest dane. Herî dawî 1100 leşkerên Almanya li Afxanistanê bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin