PeyamaKurd – PKKê li sînorê parêzgeha Duhokê êrîşî xaleke kontrolê ya hêzên Pêşmergeyan kir û di encamê de Pêşmergeyek şehîd bû.
Li gor zanyariyan, şeva borî li gundê Dêrşî yê ser bi Amêdiyê ve, hejmarek ji gerîlayên PKKê bi otomobîlê li xaleke Pêşmergeyan dan û ranewestiyan. Pişt re jî gule li wê xala kontrolê reşandin. Di encamê de Pêşmergeyekî bi pileya Molazim Yekem bi navê Abdilrehman Emîn bi nasnav (Cahîd) şehîd bû. Ew efserê hêza Pêşmerge, Cîgirê Fermandarê Yekîneya 2 ya Fewca 3 ya Zêrevanî bû û di şerê DAIŞê de xwedî roleke girîng bû.
PKKê berî niha di 4 /11 / 2020 de li nahiya Çemankê jî êrîşî ser hêzên Pêşmerge kiribû û Pêşmergeyek şehîd bû û çend Pêşmergeyên din jî birîndar bûbûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin