PeyamaKurd - Şaredariya navçeya Sûrê ya Diyarbekirê ku HDPê qezenc kiriye, peymana 146 kesên qeyûm di 31’ê Adarê de bi awayekê nelirêtiyê girtibûn kar betal kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê qeyûmê tayînî Şaredariya Navçeya Sûrê ya Amedê hatibû kirin, ligel ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijatina herêmî ya 31ê Adarê de qezenc kir jî, berçûyînê di 5ê Nîsanê de 146 kes girtibûn kar.
Şaredariya Sûrê, peymana 149 qeyûm bi awayekê nelirêtiyê girtibûn kar betal kir.
Hevşaredarên HDPê yên Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn û Cemal Ozdemîr, piştî mezbateyên xwe wergirtin, dest bi tespîtkirina nelirêtiyên qeyûm kirin kirin û di encama lêkolîn û lêpirsînên komîsyonan de,tesbît kirin ku di girtina personelan de nelirêtî hatiye kirin.
Piştî lêkolînê peymana 146 kesên qeyûm ew girtibûn kar hatin betalkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin