PeyamaKurd – Do li Zanko ya Boxaziçi ya bajarê Îstenbolê bi sedema ku hevalên wan hatibûn girtin û bi sedema wêneyê Kabeyê xistibûn bin lingan, 2 xwendevan hatibûn zîndanîkirin, xwendevan xwepêşandan kiribûn û polîs ji xwepêşandêran 159 xwendevanan xistibû binçav.
Li ser bûyerê îro wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand ku piraniya wan endamên rêxistina DHCKP- TKP/ML ne. Soylu ragihand ku ew îznê nade baregeha zankoyê bibe ciyê îşxalê û navenda rêxistinê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin