Medya Rûsî: Ji bo Erdogan dost û dijmin nîne, berjwendî û Osmaniya Mezin heye

Medya Rûsî: Ji bo Erdogan dost û dijmin nîne, berjwendî û Osmaniya Mezin heye

PeyamaKurd - Medya Rûsyayê cihekî berfireh daye serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a Rûsyayê ku bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re civiyabû.

Rojnameya Moskovskiyê jî li ser serdana Erdogan nûçeyek weşandiye ku tê de dibêje, “Yên destê xwe bidin Erdogan, milê xwe jî bi ser de didin.”

Rojname balê dikişîne ser Peymana Edenê ya 1998an a navbera Sûriye-Tirkiyê (Wê demê Sûriyê bi vê peymanê soz dabû Tirkiyê PKKê venehewîne û endamên wan radestî Tirkiyê bike ku Abdullah Ocalan jî wê demê ji Sûriyê derketibû) ku Erdogan di hevdîtina Pûtîn de ev peyman ji bo YPGê bibîr xistiye.

Rojnameyê li ser vê daxwaza Erdogan daxuyakirin, "Erdogan sîyasetmedarekî wisa ye ku dema destê xwe bidinê milê xwe jî nikarin rizgar bikin. Ji bo wî prensîb dost û dijmin nîne. Tenê daxwaza wî ya ji nû ve avarkirina Osmaniya Mezin û berjewendiyên Tirkiyê hene.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin