PeyamaKurd - Serkirdeyên Heşda Şeibî, ji ber desteserkirina Fermandarê Operasyonên Heşda Şeibî Qasim Mehmûd Kerîm Muslih, rûbirûyî hev dibin û tirsa hilweşînê dikeve nav wê desteyê.
Li gor rojnameya Şerqul Ewset diyar kiriye, di civîneke de li mala Serokê Desteya Heşda Şeibî Hadî Amirî birêve çû de, li ser desteserkirina Qasim Muslih, nimayîşa serbazî ya li Devera Kesk, herwiha helwestên karvedana desteserkirina wî serkirdeyê Heşda Şeibî, pirsgirêk ketiye navbera serkirdeyên Heşda Şeibî.
Çavkaniyê herwiha daye zanîn, di civînê de beşek ji serkirdeyên Heşda Şeibî ragihandine: “Ew helwest binpêkirina serweriya dewleta Iraqê û yasayan e, dê bibe paşxaneke xerab li ser hilweşîna vê desteyê ku ji sala 2014an ve berfireh dibû.”
Her li gor çavkaniyeke ewlehiyê yê li Iraqê ji heman rojnameyê re gotiye: “Qasim Muslih ku di bin lêpirsîna desthilata dadweriyê de ye, navê çend kesên din eşkere kirine, ku di nav Heşda Şeibî de ne, destê wan di kuştin û revandina çalakvanên sivîl û xwepêşanderan de heye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin