Li Dersîmê daristan disewitin, parêzgariyê çûna nav daristanan qedexe kir

Li Dersîmê daristan disewitin, parêzgariyê çûna nav daristanan qedexe kir

PeyamaKurd - Parêzgariya Dersîmê piştî şewata daristanan a 4 rojin berdewam dike û rê nadin hemwelatî beşdarî vemirandina agir bikin, heya 1ê Îlonê  çûna nav daristanan qedexe kir.

Parêzgariya Dersîmê ragihand, 5 navçeyên ku welatiyan hewla vemirandina agirên li beşek daristanên wê didan, çûna nav daristanan ji aliyê parêzgariyê ve heta 1ê Îlonê hatiye qedexekirin.

Parêzgariyê gotiye, li gor pêşbînî û raporên navenda keşûhewayê pileyên germê zêde dibin û dibe ku şewitîna daristanan ji ber sedemên mirovî û werzî berdawam bikin.

Di daxuyaniyê de tê diyarkirin, ji ber van sedeman li beşek daristanên navenda Dersîmê û navçeyên wê yên Pulur, Pilemur, Xozat, Qisle û Mazgirtê çûn û hatina welatiyan a nav daristanan hatiye qedexekirin. 

Parêzgariya Dersîmê daye xuyakirin, bi tu awayî rê nadin otomobîl biçin nav park û daristanan, semawer û  menqel qedexe ye.

Li gorî biryarê, ji xeynî daristan û cihên rê bi wan hatiye dan, rê bi avakirina kampên geştyarî, seyran û çalakiyên li daristanan, ji demjimêr 20:00 û heta 1ê Îlona 2021ê qedexe ye û yên biryaran binpê bikin jî wê bêne cezakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin