PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihandin ku di êrîşa îro 15ê Sibatê ya balafirên Îsraîlê de, 6 milîsên çekdar ên Îranê li Sûriyê hatin kuştin.
SOHRê daye xuyakirin ku balafirên şer ên Îsraîlê derdora Şam a paytexta Sûriyê bombebaran kirin û di bombebarana ku binkeya fîrqeya 4 a artêşa rejîma Sûriyê kiriye armanc de, 6 milîsên îranî hatine kuştin.
Îsraîl ji sala borî ve êrîşên xwe yên li ser milîs û hêzên Îranî yên Sûriyê zêde kirine ku heta niha bi sedan milîsên îranî di wan êrîşan de hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin