PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku di şer û pevçûnên nav hefteyekê de, 90 endamên rêjîma Sûriyê û terorîstên DAIŞê li gundewarên Sûriyê hatin kuştin.
SOHRê di rapora xwe ya derbarê şer û pevçûnên tund ên navbera hêzên rejîma Sûriyê û DAIŞê li gundewarên sêkoşeya Heleb – Hema – Reqayê eşkere kir û ragihand ku di nav hefteyekê de ji herdu aliyan herî kêm 90 kes hatine kuştin.
Li gorî ragihandina SOHRê ji destpêka meha Cotmehê ve di şer û pevçûnan de û bi taybet di encama bombebarana balafirên Rûsî de, 49 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 41 kes ji hêzên rêjîmê û mîlîsên bi ser Îranê ve jî hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin