PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku karwaneke leşkerî artêşa Tirkiyê ku ji 25 wesayîtan pêk dihat derbasî baregeha El-Mestûma ya nêzî bajarê Idlibê bûye.
Li gorî SOHRê karwana leşkerên Tirk bi rêya deriyê Kefer Losîn ê li ser sînorê Lîwa Îskenderon derbasî Idlibê ye û ber bi xala çavdêriyê ya Tirk a li baregeha El-Mestûma ya nêzî bajarê Idlibê ve çûye.
SOHRê da zanîn ku ji 5ê Adarê ve 3 hezar û 460 wesayîtên leşkerî yên tirk û bi hezeran leşkerên wan derbasî Idlibê bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin