PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên artêşa Tirkiyê ji xala leşkerî ya dorpêçkirî ya li gundê Serman ê rojhilatê Idlibê vekişiya.
Artêşa Tirkiyê beriya niha jî 5 xalên xwe yên leşkerî yên li gundewarê Idlibê û Helebê vala kiribûn û wan herêman radestî hêzên rejîma Şamê dike.
Li gorî ragihandina SOHRê, piştî karwanên artêşa Tirkiyê vekişiyan, alên Sûriyê li wê xala leşkerî ya Tirkiyê li kargeha Goranî ya li ser rêya M5 a Şam- Helebê hatin hildan.
Hat diyarkirin bi vê vekişîna dawî re, artêşa Tirk bi temamî ji xalên Morik û Sînaa ya nêzî Seraqibê û Kargeha Goranî ya li ser rêya M5ê vekişiyan.
Herwiha artêşa Tirkiyê di heman demê de xwe amade dike ku di saetên pêş de 5 xalên din ên li gundewarê Idlibê û Helebê jî radestî rejîmê bike.
Hat ragihandin artêşa Tirkiyê amadekariyan dike ku xalên xwe yên li Şêr Mixar, Raşîdîn, Serman, Qebtan El-Cebel û Mear Hetat jî radestî rejîma Sûriyê bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin