Li Kerkûkê ji ber germa zêde dema kar a fermanbaran hat kêmkirin

Li Kerkûkê ji ber germa zêde dema kar a fermanbaran hat kêmkirin

PeyamaKurd – Ji ber germa zêde, li Kerkûkê dema kar a fermanbaran hat kêmkirin û li Xaneqînê jî biryar hate dayîn ku rojane tenê sedî 50 fermanbarên her fermangehekî kar bikin.

Endamê şaneya krîzên Kerkûkê Dilêr Şiwanî diyar kiriye: ‘‘Do 26.07.2021ê ji ber bilindbûna pileya germê biryar hate dayîn heta roja 05.08.2021ê dema kar a fermangehên hikûmetê 2 saetan bên kêmkirin. Ango rojane dema kar a fermangehên hikûmetê serê sibehê ji 08:00ê heta 13:00ê piştî nîvro dê hebe.’’

Berpirsê beşa ragihandina Qaymeqamiya Xaneqînê Yusif Îbrahîm jî daye zanîn: ‘‘Do  26.07.2021ê parêzgerê Diyale hin rênmayî û biryarên nû derxist, ku rêgirî li pêşketina zêdetir a vîrusa Koronayê bê girtin.’’

Herwiha eşkere kiriye: ‘‘Li gor biryara parêzgerê Diyale ku Xaneqîn jî digre nav xwe, ji îro û pê de sedî 50 fermanberên her fermangehekî hikûmetê dê li ser kar bin. Lê fermangehên xizmetê derveyî wê biryarê ne û dê ew yek ji aliyê rêveberên fermangehan ve bê rêxistinkirin.’’

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin