PeyamaKurd – Berdevkê Kremlîn Dmitriy Peskov, li ser rewşa dawî ya Idlibê ku hêzên rejîmê êrîşî leşkerên Tirkiyê kirine ragihand ku Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ti pêwendiyeke telefonî pêk neanîne.
Berndevkê Kremlînê diyar kir ku heger bê xwestin ew dikarin bilez pêwendiya Pûtîn-Erdogan organîze bikin.
Peskov herwiha da zanîn ku artêşên Rûsya û Tirkiyê tim di nav danûstandinê de ne û li ser rewşa Idlibê jî got: "Nîgeraniya me ya bo tevgera rêxistinên terorî li herêmê berdewam e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin