PeyamaKurd – Li ser rûdana erdheja dawiyê ya li navçeyên Defne û Samandaxi ya bajarê Hatayê ku bi pileya 6.4 çêbû, wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Suleyman Soylu çû Hatayê. Soylu li Hatayê ragihandinekî kir û got ku di erdheja vê dawiyê de 3 hemwelatî can dane û 213 hemwelatiyên birîndar bûne, birîndaran şandine nexweşxanên li der û dora Hatayê.
Soylu ragihand ku di erdheja dawiyê de kesên di bin enqazan de mane, ji bo rizgarkirin û lêgerîna wan xebat dewam dikin. Divê hemwelatî xwe nêzî avahiyên talûke nekin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin