PeyamaKurd – Wîkîpediya bangawazî li Kurdan kir da ku li Wîkîpediya Kurdî xwedî derkevin û zanyariyên wê zêdetir bikin da ku her kes bêtir sûdê jê werbigrin.
Wîkîpediya Kurdî parvekirineke edîtorên Rûdawê Karwan Karwan Faidhî Drî ya di derbarê zimanê Kurdî de li ser hesabê xwe yê twîtterê belav kir û daxwaz ji Kurdan dike ku zanyariyên li Wîkîpediya Kurdî zêde bikin da ku xelk zêdetir sûdê jê werbigirin.
Wîkîpediya Kurdî amaje bi wê yekê kiriye ku dibe li hinek welatan astengî li hemberî zimanê Kurdî hebe, lê hejmareke xwebexş ji bo zimanê Kurdî geş bibe bi awayekî nehênî dixebitin.
Li gor twîta Wîkîpediya Kurdî, li ser wê platform dijîtal zêdeyî 30.000 gotarên Kurdî hene.
Wîkîpediya Kurdî wiha banga Kurdan dike: “Wîkîpediya Kurdî li benda nivîskarên nû ye ku mezintir bibe. Werin alîkariya me bikin, dinyaya xwe bi Kurdî pênase bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin