PeyamaKurd - Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser krîza însanî ya Sûriyê û pêdawîstiyên koçberan ragihand ku ji pêdiviyên ziviskanê pêwîstî bi 25 milyon dolaran heye.
Cîgirê Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY Ferhan Heq bi daxuyaniyeke rojnamevanî ragihand, ji bo vê zivistanê pêdiviya milyonek penaberên Sûrî bi alîkariyê heye û got, pêdiviya NY jî ji bo wan alîkariyan dabîn bike bi 25 milyon dolaran heye ku ji bo werza zivistanê wan alîkariyan bikare belav bike.
Ferhan Heq diyar kir ku bi milyonan kesên Sûrî bê elektrîk û sobe ne û bi hezaran jî di navendên hewandina demkî de dimînin û rewşa wan gelek xirab û dijware.
Wî bal kişand ser ku bi sedema baranê di kampên koçberan ên bakurê rojava û bakurê rojhilatê Sûriyê de, ziyanên mezin çêbûne û 16 kon jî li kampa Holê bi sedema barana zêde hilweşîyane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin