PeyamaKurd – Serokê Partiya Komariya Gel (CHP) a Tirkiyê Kemal Kiliçdaroglu rexneyên tund li deshilatdariya AKPê girtin û got, 17 sal in li Tirkiyê deshilatdariya yek partiyê heye û bi îdiaya reforman piştgiriya gel standin, lê niha ti ewlehiya can û malê kesî li Tirkiyê nîne.
Kilicdaroglu siyaseta Sûriyê jî rexne kir û diyar kir ku deshilatiya AKPê digot em bi Sûriyê re narûnin ser masê, lê guh dan Pûtîn û rûniştin û îtibara Tirkiyê nehiştin.
Serokê CHPê li ser biryara Tirkiyê şandina hêzê bo libyayê jî da zanîn ku wan gotiye, nebin aliyek, lê dawiyê bûne aliyek û herî dawî jî Pûtîn gazî kir û bi Hefter re ser masê rûniştin.
Kiliçdaroglu got, êdî polîtîkaya Tirkiyê ya derve bi awayekî zelal Pûtîn diyar dike û ev rewşa em ketinê jî taşerontîya hêzên serdest e.
Serokê CHPê bal kişand ser koçberên ji Idlibê ber bi Tirkiyê ve tên û got, “Beriya niha kesekî şahidiya şerê navxwe yê Sûriyê kiribû ev gotin kiribû: Beriya niha kesên ji Sûriyê hatin Tirkiyê hemû welatiyên sade bûn. Lê niha kesên ku ji Idlibê werin hemû kesên dest bixwîn in û endamên rêxistinên terorî ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin