PeyamaKurd - Li gel daxuyaniyên rayedarên leşkerî yên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ku her destnîşan dikin ku xeteriya DAIŞê hîn jî didome jî, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî diyar kir ku bermahiyên DAIŞê êdî ji bo Iraqê ne gef e.
Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrtiya Iraqê ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî pêşwaziya Fermandarê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê yê Iraqê General Kevin Leahy kiriye.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Balyozê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yê Iraqê jî beşdarî civînê bûye.
Di hevdîtinê de pêşhateyên dawî yên diyaloga teknîkî ya ku bi armanca bidawîanîna erkê Hevpeymaniya Navneteweyî ya Iraqê û veguhertina wê erkê ya ji bo pêwendiyên dualî yên navbera Iraq û welatên beşdarên hevpeymaniyê ne de hatiye kirin, hate nirxandin.
Herwiha di civînê de aliyan diyar kirin ku divê hevkariyên di warê rahênan, ezmûn û parvekirina zanyariyan a hêzên ewlehiyê yên Iraqê û hevpeymaniyê bidomin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Sûdanî gotiye ku, "Bermayiyên mayî yên rêxistina terorîst a DAIŞê êdî li ser Iraqê ne gef e. Hêzên Iraqê ew li cihên xwe diveşêrin nêçîra wan didomînin. Hêzên me yên çekdar operasyonên xwe yên leşkerî şop û cihên wan terorîstan bişopînin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin