Sûdanî ji bo Sholz: Iraq amade ye di ser Tirkiyê de xazê bisîne Awrûpayê

Sûdanî ji bo Sholz: Iraq amade ye di ser Tirkiyê de xazê bisîne Awrûpayê

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Sûdanî bi wezîrên karên derve, wezîrê sanayî, wezîrê koçberan, bi hinek şêwirmendan û karsazên Iraqê re seredana Almanya kir, bi serokwezîrê Almanya Olaf Sholz re civiya û piştî civînê derketin ber çapemeniyê. Serokwezîrê Almanya ragihand ku piştî DEAŞ ê êrîşê Iraqê kir, ew desteka ku didin Iraqê wê firehtir dewam bike.

Sholz ragihand ku wê di seha enerjiyê de hevkariya Iraqê û Almanya di seha xazê û petrolê de zêdetir bibe û hevkariya Iraqê wê ji bo Almanya bi rizamendî qebûl bike. Sholz ragihand ku bi Iraqê re gelek mutabaqatan îmze kirine. Sûdanî jî ji ber desteka Almanyayê ya ji bo Iraqê sipasiya Almanya kir û got ku wê ji tecrubeyên Almanya sûdê welgirin. Sûdanî gotinên xwe weha dewam kir:

“Ev ziyaret wê bibe destpêka danîna têkiliyên stratejîk di navbera Almanya û Iraqê de. Almanya wê di mijara perên hatine dizîkirin û berhemên dîrokî yên hatine dizîn de alîkariya Iraqê bike. Em ê astengên li ber veberhênanên li Iraqê yên ji bo biyaniyan rakin. Iraq amade ye di ser Tirkiyê de xazê bişîne Awrûpayê. Ji bo em xazê di ser Tirkiyê de bi lûleyan û ji bo di ser lîmana Al Faw de bişînin Awrûpayê rêya hesin çêdikin. Projeyên ku em li serê dixebitin, me îro di hevdîtina bi Sholz re jê re got.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin