PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan geşedanên dawî yên li Sûriyê gotûbêj kirin.
Sûdanî û Pezeşkiyan roja yekşemiyê 01.12.2024an bi telefonê axivîn û li ser mijarên Sûriyê û herêmê gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de bûyerên dawî û pêşhatên herêmî yên li Sûriyê û tawanên ku Îsraîlê li dijî sivîlên li zîvala Xezeyê kirine hatin nirxandin.
Herdu rêberan tekezî li ser berdewamî û hemahengiya bizavên hemû welatên navçeyê kirin ji bo rawestandina şerê li Xezeyê û nehiştina rewşa Sûriyê bi awayekî ku ewlehî û aramiya navçê têk bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin