Suleyman Soylu: Ez ê Îmamoglu ji kar dûr bixim

Suleyman Soylu: Ez ê Îmamoglu ji kar dûr bixim

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu, di derbarê qedexeya siyasî ya ku ji bo Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi hinceta “heqaret li endamên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) kiriye” de axivî.

Suleyman Soylu, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku heger Dadgeha Îstînafê û Dadgeha Bilind biryara 2 sal û 7 meh û 15 rojan a sizayê girtîgehê bipejirîne, ew ê jî wekî wezîr, Ekrem Îmamoglu ji kar dûr bixe.

Soylu, di derbarê mijarê de wiha got:

“Îmamoglu, dikare YSKê rexne bike lê nikare heqaretê lê bike. Di warê hiqûqa erênî de ev biryar rast e. Gotina 'biryar ji aliyê siyasî ve xelet e' di dewleta hiqûqê de cih nagire. Piştî ku îstînaf û Dadgeha Bilind vê biryarê erê bikin, ez ê wî ji erkê dûr bikim.

Ya duyemîn jî heger dozeke ku destên wan di terorê de heye hebe, wezaret xwediyê wê desthilatê ye ku ji dema dadgeh vekolînê veke, qeyûman tayîn bike. Qeyûm, ne mijara gotinê ye.

Divê ez di derbarê dozê de vê yekê bibêjim; piştî ku Îmamoglû hat hilbijartin û çû Ewropayê giliyê Tirkiyeyê kir, min got li Ewropayê giliyê Tirkiyeyê ne rast e. Ez dibêjim kîjan partiyeke siyasî biçe cîhanê, bila gazincan ji Tirkiyeyê nekin. Divê em bi xwe bi van pirsgirêkan re mijûl bibin. Li Ewropayê giliyê Tirkiyeya bi demokrasî û hiqûqê dikin, zimanekî sûcdar tê bikaranîn. Min jî di axaftineke xwe de gotibû, 'ehmeqê ku giliyê Tirkiyeyê ji Ewropayê re kiriye.’”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin