PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, piştî rexneyê li ser 2 saet berê ragihandina qedexeya derketina derve û panîka ku çêbûye, îro karvekêşana xwe ragihand.
Soylu li ser hesabê xwe yê fermî yê medya civakî ragihand ku berpirsiyariya biryara qedexeyê bi hemû awayî li ser wî ye û ew ji erka xwe ya Wezîrtiya Navxwe vedikişe.
Soylu xatirê xwe ji dost û hevkarên xwe xwest.
— Süleyman Soylu (@suleymansoylu) April 12, 2020
Hîn li ser vê biryara Suleyman Soylu, ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan daxuyaniyek nehatiye belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin