PeyamaKurd – Hate ragihandin ku bi biryara Wezareta Berevaniya Hikûmeta Demkî ya Sûriyê û îmzeya Serokê nû yê Sûriyê Ehmed Şera (Ebû Mihemed El Colanî), pileya leşkerî ya hinek fermandarên komên çekdar hate bilindkirin. Derket holê ku bi wê biryarê pileya leşkerî ya 7 cihadiyên biyanî hatiye bilindkirin û pileya lîwa û eqîd wergirtine.
Hêjayî gotinê ye, Ehmed Şer dema rûxandina rejîma berê ya Sûriyê di 8ê Kanûnê Fermandarê Giştî yê Operasyonên Leşkerî û serokê Heyet Tehrîr Şamê (HTŞ) bû, niha hem serokê Sûriyê hem jî Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Sûriye yê serdema veguhêz e.
Kesên biyanî û cîhadîyên nav HTŞ û komên girêdayî wê ku pileya wan hatiye bilindkirin wiha ne:
Ebdulrehman Husên Xetîb ê Filîstînî
Ebdulrehman Husên Xetîb pileya wî di artêşa nû ya Sûriyeyê de bûye lîwa ku nasnameya wî Urdinî ye û bi eslê xwe Filistînî ye. Ew ji sala 2013an ve li Sûriyeyê ye û Koleja Bijîşkî ya Zanîngeha Urdinê temam kiriye.
Fermana Ehmed Şera di çarçoveya pêvajoya pêşxistin û nûkirina artêşa Sûriyeyê û hêzên çekdar de hatiye derxistin û hejmara wê 8 e.
Di biryarê de hatiye gotin ku ev bilindkirinên pileyan ji bo berdewamiya ruhê pabendî û xwegorîkirinê ji bo xizmeta ol û niştimanê ye.
Di çarçoveya biryarê de, Murhef Ehmed Ebû Qesre û Elî Nûreddîn Nesan bûn lîwa û zêdetirî 42 efseran bûn eqîd.
Ebû Husên endamekî selefî yê cîhadî ye û nêzîkî Ebû Mihemed Colanî ye ku serokê Heyeta Tehrîr El Şamê ye û niha navê wî Ehmed Şera ye û serokatiya Sûriyê dike.
Xetîb di nava Tehrîr El Şamê de berpirsê çareserkirina nakokiyên di navbera komên çekdar de ye û niha endamê Konseya Leşkerî ya Heyeta Tehrîr El Şamê ye.
Ebû Mihemed ê Turkistanî
Ebdulezîz Dawûd Xudaberdî ku bi navê Ebû Mihemed Turkistanî tê naskirin, ji Turkistanê ye û bûye lîwa.
Muxtar Turkî ji Tirkiyê ye
Omer Mehmet Çîftçî ku bi navê Muxtar Turkî tê naskirin, ji Tirkiyeyê ye û bûye lîwa.
Ebdel Semrîz Bîşarî ji Albanyayê ye û bûye eqîd.
Mewlan Tîrson Ebdulsemed ji Tacîkistanê ye û bûye eqîd.
Ela Mihemed Ebdulbaqî ji Misirê ye û bûye eqîd.
Îbnîan Ehmed Herîrî ji Urdinê ye û bûye eqîd.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin