PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îro 25ê Kanûnê piştî hevdîtina rayedarên leşkerî yên YPG/HSD û yên artêşa Sûriyê, hêzeke artêşa Sûriyê derbasî çoltera Minbicê bû.
Li gor medya tirk, hêzên artêşa Sûriyê bi kordînasyona YPGê ketin bajarokê Arîmah ê li rojavayê Minbicê.
Li gor çavkaniyên herêmî ku medya tirk dide, 2 tank, 40 wesayîtên leşkerî, barhilgirên leşkerî û kamyonên malzemeyên leşkerî jî di nav de gelek wesayîtên leşkerî demek berê ji aliyê başûr ve derbasî bajarokê Arîmahê bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin