PeyamaKurd- Erkdarekî ji Konsulxaneya Suûdî Erebîstanê ya li Stenbolê, got ku rojnamevan Cemal Kaşikçi di konsulxaneyê de nehatiye kuştin.
Rojnameyan Brîtanî Reutersê îdda kiribû ku rojnamevan Cemal Kaşikçi di Konsulxaneya Suûdî Erebîstanê de hatiye kuştin.
Li ser iddayan ajansa fermî ya Suûdî Erebîstanê Saudî Press Agency (SPA) îdda red kirin û got ku Cemal Kaşikçi ne konsulxaneyê ye.
Nivîskarê The Washington Postê Cemal Kaşikçi muxalifê rejîma Suûdî Erebîstanê ye. Kaşikçi ji bo karên zewacê di 2yê Cotmehê de çûye Konsulxaneya Suûdî Erebîstanê ya li Stenbolê û ji wê rojê ve nexuya ye. Ewlehiya Tirkiyê dibêje Kaşikçi ji konsulxaneyê derneketiye û erkdarên Suûdî jî dibêjin ku Kaşikçi ne li konsulxaneyê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin