Mesrûr Barzanî îro Çarsemê serdana Bexdayê dike

Mesrûr Barzanî îro Çarsemê serdana Bexdayê dike

PeyamaKurd Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê bi serokatiya şandeke pilebilind a Hikûmeta Kurdistanê serdana Bexdayê dike.

Li gor zanyariyan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Bexdayê bi her çar serokatiyên Iraqê, Serokomar Letîf Reşîd, Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî, Serokê Encûmena Nûneran Mihemed Helbûsî û Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê Fatiq Zîdan re dicive.

Herwiha hat ragihandin, di civînan de, guftûgo li ser çareserkirina kêşeyên hilawîstî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, li ser binemaya destûr, rêkeftina aliyan a ji bo pêkanîna hikûmetê û karnameya wezarî bên kirin.

Hat eşkerekirin, wê li ser pêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera her du aliyan de, ji bo rûbirûbûna pirsgirêk û astengiyan û çareserkirina wan gotûbêjan bên kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin