Swêd, dê alîkariyeke mezin bide Ukraynayê

Swêd, dê alîkariyeke mezin bide Ukraynayê

PeyamaKurd- Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson ragihand ku ew ê bi qasî 1 milyar kronan (nêzîkî 93 milyon dolar) alîkariya leşkerî û mirovî bidin Ukraynayê.

Ji ber ku şerê navbera Rusya û Ukraynayê berdewam dike, ji welatên cuda alîkariya ji bo Ukraynayê jî bê navber tê kirin.

Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson, Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde û Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dmitro Kuleba, li paytexta Swêdê Stockholmê civiyan û li ser mijarê axivîn.

Piştî civîna ku hat kirin, Andersson daxuyaniyek da çapemeniyê û got,

“Ji bo ku di qadên parastina leşkerî û ji nû ve avakirina welêt de ji bo qada sivîl were bikaranîn, em amadekariyê dikin ku bi qasî 1 milyar kronan alîkariyê bidin Ukraynayê. Ev alîkarî jî dê bişibe alîkariyên me yên ku berê hatibûn dayîn.

Şerê Rusyayê, bandoreke kûr li ser me hemûyan kir. Bedêla vê jî ji aliyê sivîlên Ukraynayê ve hat dayîn. Ji ber vê yekê, ez Rusyayê şermezar dikim.”

“Heta şer dewam bike, em ê hewce bin”

Dmitro Kuleba jî diyar kir ku heta şerê li Ukraynayê berdewam be, ew ê hewcedariya wan bi alîkariyên zêde yên mirovî û leşkerî hebe. Kuleba di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên Rusyayê û got,

“Rusya, hemû cîhanê ber bi metirsiya qezayeke nukeerî ve dibe. Divê em hemû bi hev re pêkutiyê li ser Rusyayê bikin da ku xwe ji santrala nukleerî ya Zaporijyayê vekişîne.”

Hikûmeta Swêdê, beriya niha di 25ê Adarê de daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku dê bi qasî 95 avroyan, alîkariya lekşerî ji bo Ukraynayê bê dayîn. Hûrgiliyên vê alîkariyê jî ji ber sedemên ewlehiyê, nehatibûn parvekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin