Swêdê, daxwazekeTirkiyeyê red kir

Swêdê, daxwazekeTirkiyeyê red kir

PeyamaKurd- Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a TT ya Swêdê, hikûmeta Swêdê, daxwaza radestkirina 4 kesên ku Enqereyê ew bi têkilbûna rêxistina Gulen û berpirsiyariya hewila derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê ve girêdayî tawanbar dike, red kiriye.

Li gorî nûçeyê, di salên 2019 û 2020î de daxwazên radestkirina van kesan hatibûn kirin. Ango beriya ku Swêd, Finlandiya û Tirkiye, ji bo fikarên Enqereyê yên li ser endamtiya NATOyê ya herdu welatên Skandinavyayê, peyman destnîşan bikin.

Bi berdewamî hat diyarkirin ku dadgeha bilind a Swêdê, havîna par biryara radestkirina van 4 kesan dabû û ji ber vê yekê hikûmet neçar ma ku vê biryarê bi cih bîne.

Ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Swêdê ve heta niha di derbarê vê mijarê de tu daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Her wiha, Serokê Meclisa Tirkiyeyê Mustafa Şentop jî duh bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku ji aliyê wan ve serdana Serokê Meclisa Swêdê Andreas Norlen ku dê di 17ê Rêbendanê de serdana  Tirkiyeyê bikira, hatiye betalkirin.

Şentop, sedemê jî wisa diyarkiribû ku ev yek ji ber berteka xwepêşandanên alîgirên PKKê yên li Stokholmê hatiye kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin