Serlêdanên kursên Kurdî li ÎSMEKan dest pê kirin

Serlêdanên kursên Kurdî li ÎSMEKan dest pê kirin

PeyamaKurd – Serlêdanên kursên Kurdî li ÎSMEKên di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de dest pê kirin.

Li gorî agahiyên malpera ÎSMEKê, kursên Kurdî yên asta yekem vebûn.

Kursên Kurdî li navendên ÎSMEKan yên li Esenyurt, Esenyurt Kiraç, Bagcilar Yildiztepe û Dibistana Ziman a Fatihê (Fatih Dil Okulu) yên li Stenbolê vebûn.

Li çar navendan kursdayînê ji bo zimanê Kurdî bi tevahî 85 kontenjan hatine terxankirin.

Dema perwerdeyê wekî 136 saetan hatiye diyarkirin û perwerdehî 5ê Sibatê deste pê dike û 22yê Gulanê bidawî dibe.

Kesên ku dixwazin biçin qursên Kurdî, dikarin bi navnîşana li jêr serî lê bidin. 

Ji bo serlêdana kursên Kurdî li ÎSMEKan bitikînin:

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin