Ji berdevkiya Pentagonê hat dûrxistin

Ji berdevkiya Pentagonê hat dûrxistin

PeyamaKurd - Berdevka Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) Dana White ji kar hat xistin û li şûna wê Charles E. Summers, Jr. hat tayînkirin.

Hat ragihandin ku bi hinceta mameleya xerab ya karmendên xwe Dana White ji kar hatiye dûrxistin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Pentagonê de hat diyarkirin ku dê 1ê Çileya 2019an pê ve Charles E. Summers, Jr.  wekî wekîla Berpirsê Pêwendiyên Gel ê Pentagonê kar bike.

Hêjayî gotinê ye, Dana White ji aliyê Wezîrê Berevaniya James Mattis ve hatibû tayînkirin ku Mattis piştî biryara vekişîna ji Sûriyê bi nameyekê malnişîniya xwe ji Trump xwestibû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin