Trump pêvajoya hiqûqî ya li ser qeydên wî û bacên wî dest pê kiriye rexne kir

Trump pêvajoya hiqûqî ya li ser qeydên wî û bacên wî dest pê kiriye rexne kir

PeyamaKurd – Dadgeha Qanûna Bingehîn a Amerîkayê, li ser Serokê Amerîka Donald Trump pêvajoya hiqûqî bo qeydên wî yên darayî û bacên wî da destpêkirin. Trump, li hember biryara dadgehê, ya li ser bacê ku li dijî wî dest pê kiriye rexne kir.

Donald Trump diyar kir, dadgeh li rêvebirîya wî neheqiyê dikin û dadmendiyê binpê dikin.

Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê da zanîn, Dadgeha Qanûna Bingehîn dosyeya dozê, ji dadgeha jêrîn re şandiye. Wî îdia kir ku ev pevajoya hiqûqî ya li ser qeydên wî yên darayî û bacên wî dest pê kiriye, sîyasî ye.

Trump di Twitterê da ragihand, ‘’Dadgeh di demên borî da bo hemî kesan rêz girtin, lê bo min rêz nagirin.’’

Serok Trump da zanîn ku rêvebirîya Barack Obama, kempenya wî ya hilbijartinê bi dizî şopandiye û tevî ku ew hatiye tespît kirin jî tiştek bi serê wan da nehatiye.

Trump dîyar kir ku ew bi ‘’skandalên mezin’’ re rû bi rû maye, lê wî dîsa jî di dema seroktîya xwe da, ji serokên berê pirtir kar kiriye.

Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Amerîka rê dabû dozgerê ku li Herêma Manhattan ya New Yorkê, li qeydên darayî û bacên Trump binêre.

Wê dadgehê, herwiha biryara dadgehên jêrîn ya ku rê dida komîsyonên Kongresê yên bi pêşengiya Demokratan ku li qeydên darayî yên Trump binêrin, pûç kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin