Îranê biryar da diravên xwe biguherîne: Riyal dibe Tumen

Îranê biryar da diravên xwe biguherîne: Riyal dibe Tumen

PeyamaKurd – Hikûmeta Îranê ragihand ku pêşniyara Banka Navendî ya avêtina 4 sifiran ji diravan û veguhertina bi Riyalê Îranê bi Tumen hatiye qebûlkirin.

Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, di civîna Desteya Wezîran a bi Seroktiya Serokomar Hesen Rûhanî dey, pêşniyara avêtina 4 sifiran ji riyalê û bi timî guhertina riyalê bi tumenê hatiye pesendkirin.

Nivîsgeha Serokomariya Îranê jî li ser mijarê ragihand ku dê di civîna roja Yekşemê ya hefteya dahatû de bi hurgilî li ser mijarê nirxandin bê kirin.

Serokê Banka Navendî ya Îranê Abdunnasir Himmetî pêşniyara derbarê riyalê Îranê de, meha Çileya 2019an pêşkeşî hikûmetê kiribû.

Li gorî biryara nû dê 10 hezar riyal bibe 1 tumen û 1 tumenê nû jî beramberî 100 riyalê niha be. Îrana bi vê guherînê re dixwaze nirxa pereyên xwe li beramber dolar û pereyên din zêde bike û xisara dorpêçan kêm bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin