Karsazên Amerîkayê li ser bazirganiya bi Çînê re, bo Biden name sandin

Karsazên Amerîkayê li ser bazirganiya bi Çînê re, bo Biden name sandin

PeyamaKurd – Grûbên karsazên Amerîkayê bo Biden name şandin. Di nameyê de xwestin ku Biden ji nûh de bi Çînê re hevdîtinan bike û perê ku bo mal ji Çînê bikirin, tarîfeyên malan kêm bike. Li gor ragihandina rojnama The Wall Street Journal ê; di nava kesên name bo Biden şandine de Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê, Yekîtiya Parekendekaran ya Netewî, Yekîtiya Endustriya Derbasker û hinek grûbên karsazên mezin, bo wezîra xezîneyê Janet Yellen û nûnera bazirganiyê ya Amerîkayê Katherine Tai yê, li ser babetê name nivîsandin.

Di nameyê de; karsaz gotin ku di peymana bazirganî ya bi Çînê re krîterên an ku şertên girîng hene û soza dane bicîh tînin. Di nameyê de behsa siyaseta Biden ya ku berjewendiyên xebatkaran ji xwe re kiriye siyaset û navend kirin û weha gotin:

“Rojeveka bazirganî ya ku li ser esasê xebatkarên dixebitin, divê tarîfeyên Amerîka û Çînê, maliyeta wan li ser Amerîkayiyan bê hesabkirin û tarîfeyên ku zerarê didin berjewendiyên Amerîkayê, ji holê bên rakirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin