PeyamaKurd – Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de 2 kesên din ji ber vîrûsa Koronayê (Covid-19) can dane û 19 kesên din jî pê ketine.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên dawî yên rewşa vîrûsa Koronayê belav kirin.
Dr. Mistefa diyar kir, 19 haletên nû yên Koronayê li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser hatine tomarkirin û 2kesên can dane jî li devera Reqayê ne.
Li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê gihîşt 8648 kesan, ya mirinan bû 326 kes û heta niha 1251 nexweş jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin