Kurdên Êzidî pîrozbahiyên Çarsema Sor betal kirin

Kurdên Êzidî pîrozbahiyên Çarsema Sor betal kirin

PeyamaKurd – Kurdên Êzidî bi sedema belavbûna vîrusa koronayê û têkoşîna bo pêşîgirtina wê, îsal hemû çalakî û pîrozbahiyên Çarşema Sor betal kirin.

Serokê Konseya Rûhanî ya Civaka Êzidî Kerîm Silêman ragihand ku ew dê wekî hemû beşên din ên civakî li gorî rênimayên Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevbigerin û pîrozbahiyên cemawerî pêk neyînin.

Silêman herwiha da xuyakirin ku Mîrê Êzidiyên Cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg jî bang li Kurdên Êzidî kiriye ku Çarşema Sor li malên xwe pîroz bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin