PeyamaKurd - Hevserokê HDPê Mîthat Sancar di derbarê êrîşa nijadperestên Tirk a li Tirkiyê li dijî malbateke Kurd pêk hat de daxuyaniyek da û diyar kir: “Berpirsê sereke yê êrişên li dijî Kurdan desthilat e. HDPê dikin armanc lê di ser HDPê re siyaseteke komkujiyê ya sîstematîk li dijî gelê Kurd dimeşînin.”
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar li navenda giştî ya partiyê ya li Enqerê li ser kuştina malbata Kurd a li Konyayê daxuyaniyek da û da zanîn, wek sedema sereke ya kuştina malbata Kurd a 7 kesî “zimanê kîn û tehrîkê yê desthilatê” nîşan da û got, “Ev desthilat demeke dirêj e di ser HDPê re zimanekî kerbê yê ku Kurdan dike hedef bikar tîne.”
Mîthat Sancar amaje bi kuştina jina Kurd Denîz Poyraz kir û got, “Me roja ku hevrêya me Denîz Poyraz jî hat qetilkirin got ku li holê planeke kaosê heye. Di serî de opozisyon, me bang li hemû hêzên demokrasiyê kiribû. Me hişyarî dabû ku hewl heye nakokiyên di nav desthilat û hêzên dewletê de bên veguherandin ji bo planeke kaosê ya li dijî Kurdan.”
Sancar destnîşan kir: “HDPê dikin armanc lê di ser HDPê re siyaseteke komkujiyê ya sîstematîk li dijî gelê Kurd dimeşînin. Li şûna ku rê li ber êrişan bê girtin, siyasetek hat meşandin ku bingeha van êrişan bihêz dike. Berpirsê sereke yê van êrişan desthilat e.”
Hevserokê HDPê eşkere kir, hemû hêzên demokrasî û partiyên opozisyonê jî di bin berpirsyariyeke mezin de ne û tekez kir: “Ji bo rûbirûbûna êrişên li dijî gelê Kurd em dê têkoşîna xwe bi biryardarî berdewam bikin. Plangeriyeke şer û kaosê ya cidî li holê heye. Gelê Kurd ne bi tenê ye, gelê Kurd ti caran ji van êrişan natirse.”
Herwiha Hevserokê HDPê diyar kir, ew dê sibe bi şandeke berfireh li Konyayê bin û bang li serokên partiyên opozisyonê jî kir ku ew jî li wir amade bin û tekez kir: “Em çaverê ne hemû hêzên demokrasî û serokên opozisyonê jî li wir bin. Hêza me têrî rawestandina faşîzm û nijadperestiyê dike. Em dê berdewam bin li ser parastina mafên gelê Kurd.”
Mîthat Sancar herwiha da zanîn, ev êrişên li dijî malbatên Kurd ne ji ber pirsgirêkên civakî û takekesî, lê êrişên nijadperest in û got: “Ev, kiryarên hov ên planekê ne ku gav bi gav tê cîbicîkirin.”
Li bajarê Konya yê Tirkiyê di encama êrişa ser malbateke Kurd de, 7 kes hatin kuştin û mal jî hat şewitandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin