PeyamaKurd – Li Îranê balafireke şer a cureya MIG-29 dema firîna perwerdeyê de ket.
Ajansa Fermî ya Îranê IRNAyê ragihand ku balafir îro beyaniyê li demjimêr 9an li dorûbera Çiyayê Sabalan ketiye û herdu pîlotên di balafirê de jî can dane.
Hat ragihandin ku piştî ketina balafirê tîmên hawarçûnê gihîştine cihê bûyerê.
Derbarê sedema ketinê de ti zanyarî nehatine belavkirin. Çiyayê Sabalan çiyayê sêyemîn bilind ê li Îranê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin