PeyamaKurd - Partiya Demokrata Kurdistan-Bakur (PDK-Bakur) li ser mijara Zîne Wertê û bûyerên dawî yên li başûrê Kurdistanê, daxuyaniyek belav kir.
Daxuyaniya PDK-Bakur:
Ji bo raya giştî;
Em û raya giştî ya welatparêz, ji bûyerên ku li Başûrê Kurdistanê ku bi radestkirina Mistafa Selîmi yê Rojhilatî bo rejîma Îranê ji aliyê asayîşa Silêmaniyê ve, ku hikûka navneteweyî û Herêma Kurdistanê hate binpêkirin û li ser biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge ya Zînê Wertê bo tedbîrên Covîd-19 ku hinek kes dixwazin aloziyan li ser dirist bikin nîgeran in.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ku agahiyan wan ji radestkirina Mistefa Selîmî tine ye û Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê bûyerê de ragihand, ku ji bo lêkolînê dê komîsyonek bê avakirin û lêpirsîn bê destpêkirin.
Piştî van geşedanan Hikûmeta Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Pêşmerge, ku bi xwe endamê Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê ye (YNK) civiya û di 15 Nîsana 2020an de bi mebesta rêgirîkirina li Covîd-19 û astengkirina kesên ku bi qaçaxî tên û diçin hêza Lîwaya 7 ya piyade ya Soranê li herêmê bi cih kir. Cihê ku yekîneya Pêşmerge lê bi cih bû pêştir Lîwaya 70 ya girêdayî YNKê li wir bû. Fermandeyê Lîwaya 7 ku ji aliyê Wezareta Pêşmerge ve li herêmê hat bicihkirin Mele Reşîdê YNK’yî ye. Teve ku ev hêz hêzeke hevbeş ya girêdayî Hikûmeta Kurdistanê ye, YNK ji ber ku Lîwaya 7 girêdayî Soranê ye û Zînê Wertê wek sînorekî çêkirî di navbera xwe û Hikûmeta Kurdistanê de dibîne qeyranê dirist dike. Armanca YNK ew e ku Lîwaya 6 ya Ranyayê ku bi ser partiya wan ve ye li wê herêmê bi cih bibe.
Dema Lîwaya 7 li Zînê Wertê hat bicihkirin PKK jî ragihand ew vê biryarê napejirîne. PKK bi hincet û îddîa dike ku hêza Pêşmerge ya ku li wêderê hat bicihkirin ji bo herêmên ku tê de digerin yê Dola Akoyan, Şawrê û Qendîlê xetereyek e.
Hikûmeta Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Hêrêmê Neçîrvan Barzanî di vê mijarê de daxuyaniyên bi berfirehî dan.
Hem di mijara Mistefa Selîmî û hem jî di meseleya Zînê Wertê de hêza li pişt wan aliyên ku dixwazin ji bo Hikûmeta Kurdistanê û şîrikê Hikûmetê yê mezin Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) qeyrana dirist û tometbar bikin rejîma Îranê heye.
Ew ên vê gengeşiyê derdixînin, dixwazin şik û gumanê bixin meşrûiyeta Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya ku bi hilbijartinên demokratîk hatiye hilbijartin, Hikûmet, Serokwezîr û Serokê Herêmê ku ji aliyê Parlamentoyê ve hatiye hilbjartin. Bi qeyranên çêkirî dixwazin derbeyê li Rêveberiya Herêma Kurdistanê ku di siyaseta herêmê û qada navneteweyî de xwedî bandor e û serweriya wê bixin. Divê gelê Kurdistanê dema Referandûma Serxwebûnê ji bîr neke. Rêveberiya Herêma Kurdistanê û saziyên wê wateya yekitiya gelê me ne. Meşrûiyet û hêza xwe ji demokrasî, li hev kirina neteweyî û ji yekitiyê digire. Her helwesteke li beramber wê dê li dijî yekitiya neteweyî be. Encamên neyîni dê bandorên xirab li hemû Kurdistanê û xebatên li Bakur jî bike.
- Em banga partî û rêxistinan dikin ku bi berpirsiyar tevbigerin û rêz li meşrûiyet ve serweriya Rêveberiya Herêma Kurdistanê bigrin.
- Em li herêmên girêdayî Rêveberiya Herêma Kurdistanê du îdareyiyê red dikin.
- Divê YNK ji bîr neke ku şirîkê Hikûmeta Kurdistanê ye û pabendî biryar û yasayên Hikûmetê be.
- Divê PKK rêz li biryarên Rêveberiya Herêma Kurdistanê be.
- Li Başûr, Rojava, Bakur, Rojhilat û dîasporayê li ku dibe bila be divê partî û rêxistinên kurd, xwedî li destkeftiyên kurdan derkevin û di nirxên hevpar de bi yek bin
- Em bangî nûnerên partî û ajansên medyayê dikin ku zimanekî nerm û çêker û bipersiyar bi kar bînin.
- Em bangî gelê xwe dikin ku guh nedin kesên trol ku li dijî yekitiya kurdan dixebitin û dizwazin li ser sosyal medyayê fitneyê bikin nav gelê me.
- Roj roja hevkarî û yekitiya neteweyî ye.
Partiya Demokrata Kurdistan-Bakur (PDK-Bakur) - 20.04.2020
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin