PeyamaKurd – Li Stenbolê, du hevjînên Kurd ên ji Êliha Bakurê Kurdistanê, şeva borî piştî jina bi navê Elvan Demîr zaroka xwe dibe mala xwişka xwe, ew û hevjînê xwe, xwe dikujin. Herwiha tê gotin, wan her du hevjînan, ji ber hejarî û xizaniyê jiyana xwe bi dawî kirine.
Li gor zanyariyan, şeva borî li navçeya Zeytînbûrnû ya bajarê Stenbolê, jina bi navê Elvan Demîr bi hinceta ku li gel hevjînê xwe biçe nexweşxaneyê, zaroka xwe ya 1.5 salî, danî mala xwişka xwe.
Tevî ku bû derengiya şevê jî, Elvan Demîr venegeriya û xwişka wê bi zaroka 1.5 salî, berê xwe da mala xwişka xwe, lê nekarî derî veke. Wê kesê piştî ku kilîdek ji xwediyê malê wergirt, derbasî hindur bû û dît ku xwişk û zavayê wê mirî ne.
Di yekem kontrola polîs û tîmên tendurustiyê de derket holê, ku wan hevjînên temenê wan derdora 21 salî xwe kuştine.
Li gor agahiyan, hevjînên Kurd ji ber hejarî û rewşa xerab a aborî jiyana xwe bi dawî kirine. Cenazeyên wan bo Êliha Bakurê Kurdistanê hatin şandin.
Canan Kaftancioglu, Seroka Şaxa CHPê li Stenbolê jî derbarê bûyerê de li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir û diyar kir, wan hevjînan ji ber sedemên aborî û dabînnekirina debarê xwe kuştine û rexne li wan aliyan girt ku dibêjin, li Tirkiyê hejarî nemaye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin