PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, doh Şemiyê pêşwazî li şandeke Encûmena Nûnerên Iraqê û Parêzgarê Selahedînê kir û di hevdîtinê de proseya siyasî ya Iraqê û kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin guftûgokirin.
Hat ragihandin ku Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şanda Encûmena Nûnerên Iraqê kir ku ji Dr Quteybe El Cibûrî Serokê Lîjneya Tendirustî û Jîngehê û Musenna El Sameraî Serokê Lîjneya Darayî ya Encûmena Nûnerên Iraqê û Dr. Emar Cebir El Cibûrî Parêzgarê Selahedînê pêk hatibûn.
Di hevdîtinê de di derbarê proseya siyasî ya Iraqê û kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda û rewşa parêzgehên navîn yên Iraqê guftûgo hatin kirin.
Di vê civînê de tekezî li ser berdewamiya peywendî û hemahengiya di navbera her du aliyan hate kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin