PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, hefteya pêş dicivin û wê li ser Afganistan, Sûriye û hin mijarên din yên herêmî biaxifin.
Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Amerîka Jake Sullivan li Qesra Spî ragihand, Biden û Erdogan dê ‘‘cudabiriyên girîng’’ yên di navbera Washington û Enqerê de jî binirxînin.
Sullivan diyar kir, ji bilî rojhilata Derya Spî, Sûriye, Îran, rola Tirkiyê ya li Afganistanê ya piştî vekişîna Amerîka jî, dê mijareke girîng ya Biden û Erdogan be.
Sullivan herwiha eşkere kir, di wê civîna ku dê li Hilcivîna Brukselê di navbera rûniştinan de li dar bikeve, mafên mirovan jî were axaftin.
Di daxuyaniya xwe de Sullivan destnîşan kir, Biden û Erdogan bi hev re pir dem borandine, ew hev du baş nas dikin û diyar kir ku ew her du jî li benda hevdîtinê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin