PeyamaKurd- Çekdarên Talîbanê li herêma Ferahê ya Afganîstanê, êrîşî hêzên leşkerî kirin. Di encama êrîşê de herî kêm 21 serbazên Afganîstanê hatin kuştin.
Çekdarên Talîbanê li herêma Ferahê ya Afganîstanê, li navçeya Piştrûdê êrîşî baregeheke leşkerî kirin.
Di derbarê bûyerê de Endamê lijneya Eyaleta Ferahê Gul Ehmed Feqîrî daxuyaniyek da û got ku di encama êrîşa Talîbanê de 21 serbazên Afganîstanê hatin kuştin û 11 serbaz jî birîndar bûne.
Li gorî hinek îddayan di encama êrîşê de Talîbanê gelek leşker êsîr jî kirine û dest danîne ser çek û rextên wan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin