PeyamaKurd- Li Afganîstanê milîsên Talîbanê dîsa êrîşek birine ser baregeheke leşkerî ya hêzên ewlehiyê. Din encama êrîşê de 38 leşker hatin kuştin.
Serokê Meclîsa Bajarê Baglanê Safdar Muhsînî di derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û got ku li Herêma Alaaddîn ya Baglanê Talîbanê êrîşî baregeheke leşkerê kiriye. Di encama êrîşê de 38 leşkerên Afganîstanê hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne. Piştî êrîşê şerekî giran derketiye û gelek çekdarên Talîbanê jî hatine kuştin.
Talîbanê jî di derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û got ku me 70 leşker kuştine û qontrola baregehê jî ketiye destên me de.
Milîsên Talîbanê du sibehê jî li Bakûrê Afganîstanê li wilayeta Faryabê li navçeya Gormaçê êrîşî baregeheke leşkerî kiribûn û 20 leşker kuştibûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin