Tankêra petrolê û otobus lihev ketin: 17 kes mirin

Tankêra petrolê û otobus lihev ketin: 17 kes mirin

PeyamaKurd – Li welatê Nîjeryayê tankêra ku tije petrol bû, bi otobusekî re lihev ketin û qeza kirin. Di encamê de 17 kes mirin. Li gor ragihandina koordînatorê FRSC ê yê eyaleta Ogun a Nîjeryayê Ahmed Omer, qeza li ser rêya   Lagos-İbadan ê çêbû û di encama qezayê de agir bi tankêrê ket.

Ji bilî 17 kesên ku mirin gelek kes jî birîndar bûn. Omer ragihand ku sedema qezayê bilezçûna tankêrê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin