Tehran: Serê li Lubnanê mezin bibe em ê bêdeng nemînin

Tehran: Serê li Lubnanê mezin bibe em ê bêdeng nemînin

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçî li ser zêdebûna aloziya di navbera Îsraîl û Hizbullaha Lubnanê de ragihand ku ger şer mezin bibe wê Îran bêdeng nemîne..  

Wezîr Arakçî diyar kir ku herêm ber bi weteriya şerekî mezin ve diçe û hişyarî da ku eger li Lubnanê şer mezin bibe wê Îran bêdeng nemîne.

Arakçî ku ji bo beşdariya Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li New Yorkê bibe çûbû Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), li wê derê ji rojnamevanan re axivî.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Arakçî diyar kir ku Îsraîlê hemû xetên sor derbaz kiriye û got: "Divê Encûmena Ewlehiyê ya NY, ji bo li Lubnan û Filistînê aştî û aramiyê dabîn bike, divê destwerdana vî şerî bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin