PeyamaKurd – Li Komara Demokratîk ya Kongoyê li eyaleta Başûr-Kîvûyê li devera Kareheyê di Gola Kîvû de tekneya ku rêwiyan hildigirt noqav bû di encamê de 5 kes mirin û 40 kes wendane.
40 kesên ku wendane ji bo rizgarkirin û dîtina wan xebat dewam dikin. Tekne ji qeweta xwe zêdetir rêwiyan hilgirtiye û bi texmînî tê de 120 rêwî hebûne.
Gelek cara li welate Kongoyê qezayên weha çêdibin û jimareyekî zêde rêwî difetisin an di avê de wenda dibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin