PeyamaKurd - Di bernameyeke televîzyona Tirk a bi navê ATV de, axaftina mêvanekê ya bi kurdî hat sansûrkirin.
Pêşkeşvana bernameya magazînê Esra Erol di bernameya xwe ya televîzyona ATV de, keçeke Kurd a bi navê Gulay a ji mala xwe reviyabû tevlî bernameya xwe kir ku dayik û bavê wê jî ji bo dîtina wê çûbûn bernameyê.
Di bernameyê de dayika keçikê Besime bi Tirkî nizanibû, bi keça xwe Gulay re bi Kurdî axifî û jê re got: “Kutkê te hene. Qurbana te me. Keçika min."
Esra Erol’da yıllar sonra kızına kavuşan annenin Kürtçe konuştuğu anlar sansürlendi. pic.twitter.com/ZezQaukE2E
— Ciger Xwîn? (@brez_mehmet) December 13, 2022
Gotinên Besime yên bi Kurdî ku bi keça xwe re diaxivî ji aliyê televîzyonê ve hatin birîn. Esra Erol jî ji malbatê xwest ku gotinên hatin gotin fêm bike û li ser vê Gulayê axaftina dayika xwe wergerande Tirkî.
Piştî belavbûna dîmenên ATVê yên sansûrkirina Kurdî li ser medya civakî bertek bo wê helwesta sansûrê hatin nîşandan ku wekî bêtehemuliya Kurdî hate nirxandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin