Temsîlkarên her dû dewletan wê li Ankara bicivin

Temsîlkarên her dû dewletan wê li Ankara bicivin

PeyamaKurd- Temsîlkarê serokê Rûsyayê yê Valdîmîr Pûtin Zamir Kabulov li Moskovayê bo çapemeniyê ragihand ku temsîlkarê Rûsya û Amerîkayê yên taybet di 22 yê sibatê de, li Ankara werin cem hev û got xelkê Afxanistanê aştiyê dixwaze û dixwaze welatê xwe ji nû de ava bike.

Siyasetmedarên her dû aliyan yên Afxan di 5-6 ê sibatê de bo aştiyê li Moskovayê hatibûn cem hev. Kabulov got ku bo bingeha esasî zemîn hatiye amadekirin û mijara bingehîn ew e ku leşkerên Amerîkayê ji Afxanistanê vekişin û aştî çêbibe. Kabulov weha dewam kir:

“Xelkê Afxanistanê dixwaze dixwaze aştiya xwe û dewleta xwe nû bike. Afxanî milletekî kedkarin û dikarin encamên xweş bidestbixin. Civîna li Moskovayê nîşana wê ye. Em weke dewleta Rûsya amade ne ku destekê bidin wan.”

Rûsya berê ya bi navê “Yekîtiya Sowyetê” di salên 1979-1989an de li Afxanistanê li dijî Talîbanê şer kiribû. Hukumeteka nû ya di bin serokatiya Babra Karmal de avakiribû lê li ber êrîşên Talîbanê xwe negirtibû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin