Termê Nasrallah ji bin kavil hate derxistin

Dîroka weşanê :
Termê Nasrallah ji bin kavil hate derxistin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku termê Serokê Hizbullahê Hesen Nasrallah ji bin kavilî hatiye derxistin.

Ajansa Nûçeyan a Îngilîz Reutersê ragihand ku termê Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nasrallah ku di hêrişa asmanî ya Îsraîlê yên li dijî Baregeha Navendî ya Hizbullahê ya li paytexta Lubnan Beyrûtê de jiyana xwe ji dest dabû, ji jêrzemîna avahiyê hatiye derxistin.

Çavdêrên lêgerînê diyar kirin ku termê Nasrallah di bin kavilan de bûye û piştî lêgerîna du rojan hatiye derxistin.

Çavdêran her wiha dan zanîn ku di laşê Nasrallah de ti birînên ku bê dîtin tunebûye.

Hate gotin ku egera Nasrallah ji ber 'travmaya kunt' a teqînê canê xwe ji dest dabe heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin